Evdila Keskîn, Ciwanmerd Kulek û Tofan Simbilfiroş
Ji bo hûn û em meseleyê hemûyê fêhm bikin, divê ez ji pêşî çend gotinan li ser vî wêneyî bibêjim da em mijarê fêhm bikin, te dî bê çi bûye û çi qewimiye. Ko mirov ji orta meselê dikeviyê, ti kes ti gûyî fêhm nake, an ku “belav nake”. Ya rastî min jî hê safî nekiriye. Wê demê li Konsolxaneya Swêdê ji bo Mihemedê Dirêj me bibîranînek li dar xist. Îja me bangî der û dorê xwe jî kir, roşenbîr û zanayên di piyasê de, rojnamevan û nûçegîhanên hefnameyan, xebatkar û tolazên mehnameyan; û nivîskar û edîtorên sêmehkovarnameyan… Me bangî xwe nekiribû lê em jî li wir bûn, ecêbek e ev jî ha. Her kesî li ser piyan bi hev re xeber didan, ew sûhbetên li ser lingan, xwedêyo, hinekî ji wir û hinekî ji vir, du hevokên edebiyatê – bawerke helbestên wî ji ferhengê pekîne lo - û sê hevokên siyasî – ka ev pêşeroja Qedumîstanê çilo bibe - û çar hevokên di derbarê hevalên civakê de – li Artukluyê lîsansa xwe bilind dike ha - û filan. Silho di filan rojnameyê de dest bi kar kiriye û Xerbî j...