Mirineke Kevin: Helebce
Mirineke Kevin, mirineke li dûr mayî, mirineke ji bîr bûyî, mirina xalan, mirina bav û kalan, mirina gundî û zaroyan, mirina ku kes naxwaze were serê wî lê ko ji dest kê were ê bike, mirineke ne xweş û mirina ku dawiyê tîne, mirina ku diqedîne, mirina qedîm, mirina pîroz, mirina xweş... Ko newe serê yekî, mirov nikare jê baş fêhm bike bê hesteke çawa ye, ko komkujî ne ya kurdan bûya, dibû ku ez jî bêjim "Ê bi xwedê nizanim bê ev êşeke çawa ye." ji bo kesekî gelê wê komkujiyê, bê hatiye serê kê. Vêga ez nizanim bê gelê Hîroşîmayê çi difikirin di derbarê xwe de, yan jî yê Çernobîlê. Te dî, me bi vê rêyê gotina peyva komkuji yê jî êxiste zimanê xwe de, êdî bi rehetî dibêjin, ne xema me ye êş û keser, dema em wê peyvê bi kar tînin, balê jî dikişîne ser xwe ha, ne peyveke resen e, ne ji rêzê ye, wilo her roj tu nikarî li gorî kêfa xwe bi kar bînî! Bo mînak, salvegera Helebceyê duho bû, na wele pêr bû, lê ez îro bikar tînim, yanî ne hedê min e aniha wilo ez li gor kêf...