Mirineke Kevin: Helebce

Mirineke Kevin, mirineke li dûr mayî, mirineke ji bîr bûyî, mirina xalan, mirina bav û kalan, mirina gundî û zaroyan, mirina ku kes naxwaze were serê wî lê ko ji dest kê were ê bike, mirineke ne xweş û mirina ku dawiyê tîne, mirina ku diqedîne, mirina qedîm, mirina pîroz, mirina xweş...
Ko newe serê yekî, mirov nikare jê baş fêhm bike bê hesteke çawa ye, ko komkujî ne ya kurdan bûya, dibû ku ez jî bêjim "Ê bi xwedê nizanim bê ev êşeke çawa ye." ji bo kesekî gelê wê komkujiyê, bê hatiye serê kê. Vêga ez nizanim bê gelê Hîroşîmayê çi difikirin di derbarê xwe de, yan jî yê Çernobîlê.
Te dî, me bi vê rêyê gotina peyva komkujiyê jî êxiste zimanê xwe de, êdî bi rehetî dibêjin, ne xema me ye êş û keser, dema em wê peyvê bi kar tînin, balê jî dikişîne ser xwe ha, ne peyveke resen e, ne ji rêzê ye, wilo her roj tu nikarî li gorî kêfa xwe bi kar bînî! Bo mînak, salvegera Helebceyê duho bû, na wele pêr bû, lê ez îro bikar tînim, yanî ne hedê min e aniha wilo ez li gor kêfa xwe vê peyvê di nav hevokên xwe de digerînim, nivîsa xwe pê dixemilînim. Divê ez jî û tu jî em hedê xwe bizanin, hedê hev bizanin, û xwe bi van gotinan nexapînin, kesan jî nexapînin. Yan di roja wê de, yan jî qet na. Dereng nemîne, jê nemîne, di roja wê de rexne bike, pîroz bike an jî bi bîr bîne.
Pêşî di derbarê kevnariyê de: "Tişta çû nede dû", te dî ev gotineke navdar e di nêv kurdan de. Tişta çû venagere. Tişta çû, çû. Îja, komkujiyek hatiye serê kurdan, dibû ku bihata serê çermsoran jî, û hûn jî dizanin ku gelek caran gelek tişt hatine serê wan. Heta ku, qewmê wan ji ser rûyê cîhanê hatiye qeşartin, yanî weke qaşûlê petîxekî, qewmê wan hatiye avêtin û axa di bin wan de ketiye destê hin kesên dî de. Îja, çermsor, bi mirina xwe maye. Piştî ko ewqas sal borîn, ne termê wan çermsoran di gorên wan de mane ne jî hestûyên wan, hemû rizîne û çûne. Zaroyê zaroyên wan jî mirine. Her weke wan, kujerên wan jî mirine, û zaroyê zaroyên kujerên wan jî mirine, rizîne. Piştî vê demê ew çermsor ê ji kû car din derkevin û li dadê bipirsin? Ko bipirsin jî, ê ji kê bipirsin? Ne kes maye ne jî kus.
Wekî dî, gelo çend sal divê, heta ku mirovek êşa xwe ji bîr bike? Kurê dêyekê dimire, gelo di çiqas demê de êşa xwe ji bîr dike û li jiyana xwe vedigere, jiyana bêyî wî kurî? Em ê kengî wê êşa Helebceyê ji bîr bikin? Pîvana vê yekê bi destê kê tê diyarkirin? Çima em çendsed kesên li Helebceyê mirî bi bîr tînin lê çend hezar kesên li dera ha mirî ne xema me ye? Helebce ji bo min jî "dera ha" ye lê çima divê ez bi bîr bînim? Ji ber ku ez kurd bim, wî wextî ne hewce ye ku ewê hanê "êş"a min bi bîr bîne, newlo? Divê ez azad bim ku bi bîr neînim, da ku yê dî jî azad be ku bi bîr bîne. Bê çawa tu ji wan re dibêjî bê ma çima haya wan ji êşa te nîn e, divê bi heman mentiqê tu bifikirî û bibêjî ku ne hewce ye her kurd di her salvegereê de bi bîr bîne. Ev êş çima bar e?
Gotineke dî jî, li ser bibîranînê ye, bibîranîna li gor salan, vegera bi salî, salveger. Mirovek çima rojekê li gor salan dipîve? Çima divê salek vegere? Çima sal? Kesek di demekê de dimire, di kurtedemekê de lê ji bo ku tu wê demê bi bîr bîne divê tu li bendî sala wê bimînî ku dîsa vegere. Yanî çima ne her roj û di heman demê de? Mînak; bila her roj di saet 14:25ê de were bi bîr anîn. An jî bila her heftî di roja çarşembê de were bi bîr anîn, bila her çarşemb be, wek ku Perxudresî gotî "Li jor dengê helîkopteran, li jêr kuştina însanan. Dûr, stran, bê votka bi xem. Hem jî her Çarşem.". Bila di her 16ê her mehê de were bi bîr anîn, di gulanê de jî di îlonê de jî. Wekî ne yek ji van e, bila ne sal be jî. Bila ne tenê 16ê Adarê be, bila 16 Tîrmehê jî be. Lê na, divê li bendî salê bimînin ku vegere, salê carekê besî we ye ji ber ku.
Her tişt li dera ha, ew meseleya sêvan çi bû, qet nizanim. "Dayê bêhna sêvan tê." kê ev gotin di sêrî de gotibe, dereweke mezin kiriye. Zaroya ku vê gotinê bike, bêguman ê di êrîşê de bi gazan jiyana xwe ji dest bide. Kê ev gotin bihîstiye, kî ewqas nêzîkî wê zaroyê ye heta ku bihîstiye û hê jî sax e, heta ku kariye binivîse? Çima bûye nîşana Helebceyê, bûye slogana Komkujiya Helebceyê? Baş e ku heta niha di logoyên şaredariya Helebceyê de ev dirûvê sêvê nehatiye bikaranîn, ko li ber deriyê şaredariyê bi awayekî mezin ji kêvir sêvek çêbikirana, me ê çi bigota? An jî di devê deriyê goristana helebceyiyan de...
Yorumlar
Yorum Gönder