Kayıtlar

Nisan, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Nameyeke Aşkere bo Nivîsvaniya Pirzimanî û Terkî-Rojev

Resim
Ji ber ku nîqaşên vê rojê yên li ser medyaya civakî de, yên di derbarê Firat Ceweriyî de dest pê kirin, devê tûrik vebû û nêt û nesîb çêbû ku ez jî di derbarê nivîsvaniya bi kurmancî, rexneyên kurdiyê, wergêrî û sosyalîzasyona kurmanciyê ya li dervî welêt de çend fikr û ramanên xwe bi dilfirehî û bêhnfirehî rave bikim. EDEBÎ Beriya her tiştî, divê xwendevan û nivîsvan di dilê xwe de û di fikrê xwe de qanî bibe bê ma edebiyat ji bo çi ye? Gelo wê edebiyatê dike ku pereyekî wergire, an ji bo navê xwe bide pêş an ji bo ku gelê wî -û gelên hemû cîhanê- bixwînin û bibin xwedî ramanekî cihê? An; gelo edebiyat tenê ji bo edebiyatê ye? (Xwendekarên li Tirkiyeyê vêga vê pirsê carekê jî bêdeng bi tirkî dixwînin, dizanim.) Ger ji bo edebiyatê be, tu ê bixwînî û tu ê an biecibînî an jî neecibînî. Ha, te ne eciband? Çawa tu biryarê didî ko sedema wê ew e ku nivîskar li kolanên Stockholmê bi Volvoyê digere? Ji ber ku nivîskar bi iMacê dinivîse, mentiqa te qebûl dike ku ev sedemeke bê-kalîtetiyê...

Ne-Xweşî

Resim
"Serê çendekkê dilopek av ji firnika min ya rastê diniqute, haya min jê namîne, dibe "niç" û ser kompîtera min şil dike. Bi ziwakirinê mirim!"   (li vir e) Heyla; erê lo, heyla min di wê firnikê de ceyê zuwwwwa kutayî! Heyla min di wê dilopê kutayî, dilop dilop weşandî, yek tehl û yek şîrîn î, min di her duyan kutayî! Min ceyê zuwa di firnikê de kutayî heta ko şil bibe. Û ez dîsa bikutim bikutim bikutim, heta ko dîsa zuwa bibe! Ez li ser wê firnikê deydîkê daleqînim û kesî lê siwar nekim! Heyla mûyê firnikê te bibe weke daristana Amazonan, û kes nikaribe wan bibire, bibirrrrre, serê te weke anîşka tabûrê!  

Birazîkê Min

Resim
Birazîkê min bi destê min girtibû û digot " pa " û dixwest ku min bibe park ê bi xwe re, da hinekî bilîze. Hê neketiye 2 salên timam, dimeşe û dibeze lê hê nikare biaxive. Me bi destê hev girt û wî rêberiya me kir û em birine parkê. Hê ji dûr ve, min jineke por-zer didît, ku wê jî bi destê keçikekê girtibû û berê wê dabû ber bi parkê ve, qey nêta wan jî heman park bû. Deydîk û zîqûzelaq û hespê-textik û çend tiştên dî hebûn li parkê. Ê min, ez di dûv biraziyê xwe de bûm, haya min ji der û dorê tune bû, telefon a min di destê min de û ez di dûv lêwik de bûm, diçû kû, ez jî diçûme wir. Werhasil, lawik jî keç dîtibû û dixwest ku nêzî wê bibe, bi wê rêyê ez jî nêzî jinê dibûm. Me her du zarok li deydîkan siwar dikir û ew dihejandin, yê min hê jî serê min di telefonê de bû. Emrê jinikê mezin bû, qey ji 50î jî bêhtir bû; lê pora xwe boyax kiribû, kiribû zerê zêrê û jeanekî teng kişandibû quna xwe û di wê sermayê de sînga xwe vekiribû û nizanim çi yê dî... Te digot qey 18 salî ...

Min Behsa Tiştekî Nekir

Tu ê niha bibêjî bê ma ez ê behsa çi bikim. Lê ma tu ji kû dizanî bê ez ê behsa ti tiştî nekim. Te bizaniya, belkî te nedixwend, û ko te qedand, belkî tu bibêjî bê ma min çima di sêrî de diyar nekiriye ku ev nivîs ne hêjayî xwendinê ye, lê bila li bîra te be ku ha va ye min di sêrî de diyar kiriye. Nebêje negotiye. Min gotibû min behsa tiştekî nekir, û îja jî ji ber vê kulê, tu ê niha bibêjî bê ma ez ê çawa binivîsim û behsa tiştekî nekim. Yanî ez ê çawa behsa behsnekirinê bikim? Te paradoksek dît newlo? Ha te serê vî dît! Ti paradoksî di vir de nîye, tune ye, mafîş, nîn e keko, bi serê zarokên min, nîn e. Hebûya, li ser çavên min, lê, nîn e.  Min çend tiştên blogê ceribanin, sepan û filan, min çend tişt guhertin, û tiştin sererast kirin, loma çend pêwîst bû ko ez tiştikkî binivîsim. Ev jî ew e, tiştekî ji bo ceribandina tiştekî dî ye. Wilo ye jî, vilo ye jî. Û tiliha- lingê min jî li ser devê kîs bû.