Nameyeke Aşkere bo Nivîsvaniya Pirzimanî û Terkî-Rojev
EDEBÎ
Beriya her tiştî, divê xwendevan û nivîsvan di dilê xwe de û di fikrê xwe de qanî bibe bê ma edebiyat ji bo çi ye? Gelo wê edebiyatê dike ku pereyekî wergire, an ji bo navê xwe bide pêş an ji bo ku gelê wî -û gelên hemû cîhanê- bixwînin û bibin xwedî ramanekî cihê? An; gelo edebiyat tenê ji bo edebiyatê ye? (Xwendekarên li Tirkiyeyê vêga vê pirsê carekê jî bêdeng bi tirkî dixwînin, dizanim.) Ger ji bo edebiyatê be, tu ê bixwînî û tu ê an biecibînî an jî neecibînî. Ha, te ne eciband? Çawa tu biryarê didî ko sedema wê ew e ku nivîskar li kolanên Stockholmê bi Volvoyê digere? Ji ber ku nivîskar bi iMacê dinivîse, mentiqa te qebûl dike ku ev sedemeke bê-kalîtetiyê be?
Em vegerin serê meseleyê; Firat Cewerî li ser hesabê xwe wêneyekî xwe parve kiriye û di bin de nivîsandiye: "Em li ser kurdan, Tirkiyeyê, demokrasiyê û edebiyatê axivîn." (fermo: lînk)
Paşê çend xwendevanên zimanê kurmanciyê bi rexneyên -biborin- polîtîk berê xwe dane nivîsvanî û şexsiyeta wî û xwestine bala wî bikişînin ser zehmetiya ku têde ne, rewşa xerab ya li welêt, zordarî û şerê hebûn û tunebûnê û çekên kîmyewî û ger ez hinekî dî bidomînim ez ê hê xerabtir bikim. Lê ew jî baş dizanin ku wî nivîskarî jî -ji ber sedemên siyasî- welatê xwe terikandiye û koç kiriye.
PIRZIMANÎ
Wekî dî; bala xwe bidinê; em pirziman in, em nivîskarên -xwediyê- pirr zimanan in, û em xwendevanên -xwediyê- pirr zimanan in. Yanî gotûbêjeke te î bi zimanê îtalî derkeve, tu ê nikaribî wê weşênî? De na loo. Qey ji Radikal Kitap'ê nikarin bi te re biaxivin? Zimanê dagirker? Ji sibê heta êvarê em bi wî zimanê bi kîloyan nivîsan dixwînin û naêşe lê ko nivîskarekî bi wî zimanî nivîsand: deyniyê, lêxxxx, bikuj!!!! Zimên mîada xwe ya liberxwedanê qedandiye, êdî ew dema canim cîcîmê boriye, êdî bi rehetî mirov dikare (dive bikaribe) ji xwe re çend tiştan binivîse, bi hin kesan re behsa nivîsên xwe bike, vexwe, bixwe û ez ji kû dizanim...
SERBESTÎ
Îroroj ez û tu em dikarin li zanîngehên tirkan xwendina xwe bikin, fêrî zanist û zimên û çandê bibin, li kafeteryayan, li lokal û çayxane û demxane û karxaneyan, li komaleyan, erê, em dikarin guftûgoyan bikin, em dikarin li Mêrdînê li françayzîngê tirkan, li Kahve Dîyariyê rûnin û bi koma xwe ya xwendinê re nîqaşên pirtûkan bikin, haa, em dikarin bangî nivîskaran jî bikin ha, lê ne bi awayê "Mamoste, ka piştî dibistanê karê te nebe em li Leylanê rûnin û behsa filan berhema te bikin loo." yanî bi awayê bangawaziyekê ku tu sewyanekê amade bikî û xwendevan ji bajarên dî jî werin û li nivîskarî guhdarî bikin, tu dikarî weşanên xwe bi zimanê xwe bikî û li fuaran pirtûkên xwe bifiroşî, yên ku te kirî jî bi nivîskarî dikarî bidî îmzekirin; lêê ew çima nikaribe li heman welatî bi hevalên xwe re behsa demokrasiyê û rewşa welêt bike?
Îja "tekane derdê wan qirkirina kurdan e û tunekirina zar û zimanê kurdî ye" hela hela hela. Bavê min, ne ez û tu ne em beşa zimanolojiyê dixwînin, ma ne ez û tu ne di kovaran de nivîsên me yên bi kurdî têne weşandin, ma ne ez û tu ne bi kurdî em blogan dinivîsin, ma ne ez û tu ne em di civatan de şîretên kurdînûsiyê dikin, ma ne em in yên ku li kurmanciyê berheman zêde dikin, ma ne em in ew wergêr, ma ne em in, li vî welatî ha? Kesî kêr nedaye ber qirka me, ma em bi zorê vî sine'atî dikin? Ha; tu dibêjî "Ji ber ku karê me ye, em dixwînin; lê em (ji berhemên te) aciz in û em ji wan hez nakin." yanî ji bo te xwendin ne xwestin e lê kar e? Tu bi awayê karekî lê dinerî? Nizanim. Ger edebiyat kar be, yanî maaşê te hebe û ji te re bibêjin "ha ji te re edebiyatê bike" nizanim ew edebiyat û ew rexne ê bişibe çi, qet nizanim!
Firat Cewerî nivîsvanekî kurmancîzan e û li dervî-welêt bi cîh bûye. Yanî xuya ye ku mêrik Ewropa dîtiye, çûye Osloyê jî Kopenhangê jî. Helbet ê qala bajarokên wan deran jî bike, behsa gundên Stockholmê û yên li der û dorê Uppsalayê bike, divê behsa berf û sermaya wir bike, qey wê hema li kolanên Carbekirê bigere, behsa pî-xwasan bike. Di çîrokên min de jinik ji ser têxt, ji serê bên, dadikeve jêrê û li hewşê lingê xwe dişoyê û derbasî olîkê dibe, li devê dêrî Citroen nîn e ku zarokên xwe ji dibistanê bistîne û wan bibe M'yê, diviyabû nivînên xwe kom bike ku li ber tava rojê nerizin.
ÊRÎŞ
Bîne bîra xwe ku berî bi çend rojan nivîskarek li rastî êrîşekê hat; çend kesan (diyar e ku ew jî yan xwendevan in an jî temaşevan in, ma ne ne cîranên wî bûn!) ew felişandin, heta ku serê wî şikandin. Û bawer dikim ku me hemûyan pirtûka wî ya Santiago de Kompostella xwendiye, û me dîtiye ku mêrik behsa Le Parisê dike, behsa Santiagoyê dike û behsa Espanyayê dike. Kesî ji we negot "îja gundî û metro" an jî we negot "gundî û Katedrala Saint Jacques" an jî "îja Marsillia kurooo", na, ne wilo, kesî ji me negot. Yanî me ne got ku wî gundê xwe (yanî Helebce) terikandiye, an jî reviyaye loo.
Û tu çend zimanên sereke yên cîhanê dixwazî? Ha wa ye Ciwanmerd Kulek, ha wa ye Hesenê Metê, ha wa ye Ferhat Pîrbal, û wa ye Fexriye Adsay, û ger tu zimanê swêdî jî bixwazî tu dizanî bê tu ê li kê bigerî û tu jî networka xwe bikar bîne û DMyekê ji wan re binivîse, û paşê DMyekê ji weşanxaneyê re jî bişîne û ha wa te kar girêk da. Te dî ev tişt populer in, herî kêm 15-20 kes ê RT jî bike, ez kefîlê te û cinetê, yar de yar Besnayê, null ein zwei drei...
NOBELê nizanim lê ew jî derewek e ku bi devê Muhsîn Kizilkaya bûye benîştê devê me; Haya Komîteya Nobelê ne ji Yaşar Kemal heye ne jî ji Mahmut Baksî heye. (û aha ev jî lînka wê)
Tirs dikim ku siberojekê nîqaşên qaşo-edebiyata kurdî bibe tenê meseleya "memik & çîçik"ê, Bawer ke nivîskarî li wir memik nivîsandiye lê ew bi eslê xwe çîçik e. Û ji aliyekî dî ve jî, yaw nivîskar li vê dera nivîsê guppek li cixara xwe daye, lê qenc nekişandiye ser kezebê, baş qala pirça quzê dêlikê nekiriye, na ev pirtûk nebûye.

Yorumlar
Yorum Gönder