Kayıtlar

Mayıs, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Teyrê Tawis

Resim
Ajalekî jîr û şanaz lê hinekî fêlbaz; Teyrê Tawis .  Fitfitukî û fîtoz e, nêriyê teyrê rengîn e, mê belek e. Teyrê nêr ji bo ku cilwe bike direqise, da mê wî biecibîne.  Em yên benîadem, teyrê tawisan bi her awayî diecibînin, bi teybetî em kurd, heta ku di zimanê me de û di wêjeya me de jî cî girtiye; fenanî “Hûriya baxê bihûştê, tûtiya tawisxeram” nivîsandiye Hisênê Bateyî , di dîwana xwe de, di wateya xweşmeşê de.  Hin kes jî difikirin ko li gor baweriya Ying Yang ê, qedrê teyrê tawisê bilind e; sedema ko bask û tirriya wê xweşik û efsûnî ye lê dengê wê, mirovî aciz dike ko dibihîse.  Her çiqas di hewş û serayan de têne bi xwedî kirin jî, heya ji xwediyê malê tê, cihekî dûrî devê derî amade dike ji bo wan, bo ku dengê wan neke.

Ji Kûregiraniyê II - Memik

Resim
- Ka lo, tu îşev nayî cem me, em hinekî behsa memikan bikin? + Bawer ke me dûh li çayxanê behs kir, ez westiyame. - Yaw de were lo, em ê çayekê li êgir bikin û bikevin suhbeta memikan. + Kuro ez dibêjim ha dûh bû me bi hevalan re behsa memikan kir ha, çima tu bawer nakî? - Ne ko ez bawer nakim, lê tu xweş behsa wan dikî, bi te re xweştir e ko em meseleya memikan vedikin. + De vê carê hûn bi tenê behsa memikan bikin, heya careke dî ez ê jî bi we re bim, em ê bi hev re behs bikin, bila îşev bimîne. - Kuro em ê çawa beyî te behsa memikan bikin lo, de ka here loo. + Ka haya we ji Ûsivê Osmên nîn e? Wê rojê behsa memikên kasiyeran dikir. - Ûsivo ji bêmemikî aqilê xwe xwariye, êdî bi wî re nakevime suhbeta memikan, tu were. + Daskên jî memik dişibandine çiyayên kurmênc, ji te re negotiye? - Bela xwe ji wî veke, serê wî ji bersinga jinan dernakeve heta ko ji me re behs bike. + De ka, ez bigihime malê, avekê li serê xwe bikim. Paşê ez ê telefonî te bikim, belkî ez werim,...

Ji Kûregiraniyê I - Di Tramwayê de

Resim
Wê rojê ez di tramwayê de bûm, erê di tramwayê de, ma qey ez nikarim lê siwar bibim, weyla law, werhasil, ber-êvarkî, di tramwayê de bûm û min ji berguhkê xwe ji xwe re li stranan guhdarî dikir. Du jinik li kêleka min rawestiyayî bûn û ji xwe re diaxivîn, wilo bi kelecanî, wilo bi îşteh, didane ber hev. Her du wilo por-xelek û bejn-dirêj bûn, yekê kirasekî dirêj û keskê tarî li xwe kiribû, ya dî jî kirasekî di nexşê kulîlkan de li xwe kiribû. Min got bi wî xwedayî û bi vî yê dî jî, ev her du jin ne ji Entabê û bi vir de ne. Di kêliyeke jibîrbûyî de min destê xwe avête destikê kursî û ez nêzî wan bûm, min bala xwe daye ko -wîîî- bi kurdî diaxivin. Min bi destekî, xwe çend kire berguhkê xwe yê rastê û dengê muzîka xwe kêm kir, da ez bikarim li wan guhdarî bikim, bê ma ev çi mesele ye, ez jî alîkariya wan bikim û em bi hev re meselê safî bikin, berî ko em peya bibin û ji hev dûr bikevin. Ez dinerim ko yek ji ya dî re dibêje: Tu pêgirtî yî, an, te pê girtiye? Kuro ev çawa pirs bû, k...