Ji Kûregiraniyê II - Memik
- Ka lo, tu îşev nayî cem me, em hinekî behsa memikan bikin?
+ Bawer ke me dûh li çayxanê behs kir, ez westiyame.
- Yaw de were lo, em ê çayekê li êgir bikin û bikevin suhbeta memikan.
+ Kuro ez dibêjim ha dûh bû me bi hevalan re behsa memikan kir ha, çima tu bawer nakî?
- Ne ko ez bawer nakim, lê tu xweş behsa wan dikî, bi te re xweştir e ko em meseleya memikan vedikin.
+ De vê carê hûn bi tenê behsa memikan bikin, heya careke dî ez ê jî bi we re bim, em ê bi hev re behs bikin, bila îşev bimîne.
- Kuro em ê çawa beyî te behsa memikan bikin lo, de ka here loo.
+ Ka haya we ji Ûsivê Osmên nîn e? Wê rojê behsa memikên kasiyeran dikir.
- Ûsivo ji bêmemikî aqilê xwe xwariye, êdî bi wî re nakevime suhbeta memikan, tu were.
+ Daskên jî memik dişibandine çiyayên kurmênc, ji te re negotiye?
- Bela xwe ji wî veke, serê wî ji bersinga jinan dernakeve heta ko ji me re behs bike.
+ De ka, ez bigihime malê, avekê li serê xwe bikim. Paşê ez ê telefonî te bikim, belkî ez werim, lê ne diyar e bê ez ê bêm an na.
- Em ê li bendî te bimînin ha, tu werî. Beyî te nabe, memik xemgîn dibin, diçe adar, dibe nîsan, mizgînî li gulan.
Çiyayê Satê

Yorumlar
Yorum Gönder