Ji Kûregiraniyê I - Di Tramwayê de
Wê rojê ez di tramwayê de bûm, erê di tramwayê de, ma qey ez nikarim lê siwar bibim, weyla law, werhasil, ber-êvarkî, di tramwayê de bûm û min ji berguhkê xwe ji xwe re li stranan guhdarî dikir. Du jinik li kêleka min rawestiyayî bûn û ji xwe re diaxivîn, wilo bi kelecanî, wilo bi îşteh, didane ber hev.
Her du wilo por-xelek û bejn-dirêj bûn, yekê kirasekî dirêj û keskê tarî li xwe kiribû, ya dî jî kirasekî di nexşê kulîlkan de li xwe kiribû. Min got bi wî xwedayî û bi vî yê dî jî, ev her du jin ne ji Entabê û bi vir de ne. Di kêliyeke jibîrbûyî de min destê xwe avête destikê kursî û ez nêzî wan bûm, min bala xwe daye ko -wîîî- bi kurdî diaxivin.
Min bi destekî, xwe çend kire berguhkê xwe yê rastê û dengê muzîka xwe kêm kir, da ez bikarim li wan guhdarî bikim, bê ma ev çi mesele ye, ez jî alîkariya wan bikim û em bi hev re meselê safî bikin, berî ko em peya bibin û ji hev dûr bikevin. Ez dinerim ko yek ji ya dî re dibêje: Tu pêgirtî yî, an, te pê girtiye? Kuro ev çawa pirs bû, kî çima tiştekî wilo ji yekî dî bipirse bavo?
Piştî vê pirsê, ya dî berê xwe da min, min jî berê xwe tewand û min li ipoda xwe niherî, wek ko haya min ji wan û ji axaftina wan nîn be, û wê dîsa berê xwe da hevala xwe û bersivand: Keçko ez ne pêgirtî me, min tenê pê girtiye û hew.
Ez di nava xwe de dibe'ecim, gelo ev behsa çi dikin , kê bi çi girtiye, çima naberde, çima pê digire... Ez li herduyan dinerim, her du li hev dinerin, derûdor li hevûdu dinere, paşê hemû li min dinerin û ez jî yeko yeko li hemûyan dinerim û dîsa her kes li xwe dinere û ez hê difikirim...
Ez hê nêzî wan û min dît pirseke dî ji devê wê pekî: Gelo Salihê Kevirbirî keviran dibirre, an keviran dibe? Wê ya dî çendekkê li telefona xwe nerî, serê xwe hilda û di pacê de li derve nerî, li asîmên nerî, çend telefon kirin, xeber da Nisêbînê û Bagokê, şerek rakir, yê şev û rojekê, û got: Heyra tişta ko ez dizanim; bapîrên wî di karên kevirbirrîn û kevirbirinê de dixebitîn û ne şaş bim, şîrketa wan ya Karên Derveyî û Hûndurî yên Birrîn û Birina Kevirên Der û Dorê Gundên Herêma Êlihê heye û bapîrên wî kevir firotine heya bi Sovyetê û Kazakîstanê, ma tu pê nizanî?
Vê carê jî wêya dî ji vê pirsî, got: Te hejmara dawî ya Kovarê heye, te nestandiye? Wê jî got: Kovara çi, çi Kovar, ti Kovar nîn e li ba min û haya min jî jê nîn e û bawer nakim ko haya Kovarê jî ji min hebe. Qey tu bi mêkutokan ketiyî? Bi vê pirsê, wê ya dî dîîîsa berê xwe da min, vê carê min berê xwe neguherand û berê me kete hev.
Zîq li nav çavên min dinerî, min tê dianî der ko li zîlika çavên min dinere, ketibû naaa-va reşika çavên min de û awir ji min divedan. Avika reşika çavê wê -min li çavekî wê dinerî, çavê dî nizanim- werhasil dilerizî, weke wan xêzefîlmên çîniyan, weke çavên Tisûbasa, dilerizî, te digot qey ha ê wê gavê hêstir ji çavên wê bibarin, dilerizî, hê berê wê li min, got: Na wele qey ev yê ha bi mêkutokan ketiye!
Û ez bi hilçenîn ji nav cihê xwe rabûm, ez pekiyam, te digot qey ez di ser de girtime, te digot qey girtine ser min, bi tirsekê ez pekiyam ji nav nivînan. Di xwêdanê de mabûm. Difikirîm, min digot; heyra xewn ya min e, çawa wê jinê ez zeft kirim û kir ko ez heşyar bibim?

Yorumlar
Yorum Gönder