Wêne; mîna şûrê cengawerekî



Sal '89, li Stockholm'ê, bi Mehmed Uzun û Firad Cewerî re. Piştî kêlîkeke suhbeta wêje û çandê, me berê xwe dabû kêfê. Ha ew jî kêlîkeke wilo bû û çû. Em hemû rola xwe lîstin û li hespên xwe siwar bûn û çûn.

F. Cewerî:  "Te wê êvarê hinekî zêde vexwar. Em jî hinekî serxweş bûbûn. Gava em derketin derve bajarê Stockholmê di bin berfê de mabû. Berfa ku ji êvar de dest pê kiribû hê jî dibariya. Kuliyên berfê girtin bûbûn. Me bi zorê çavên xwe ji ber vedikirin. Tu bi çend gavan ji me bi dûr ketî, tu daqûl bûyî, te girikek berfê di nav destên xwe girover kirî û te avêtî me. Girika te li me herduyan jî ket. Em keniyan, me got, hêviya me di ên wek Daskan de ye, em ji ber berfa wî şil bibin jî ew kare me ziwa bike; ew ê qet kevir, gule û gotinan neavêje me."

Mîna jêgirtinekê ye, ji pirtûkeke we her du cenabên nivîskaran, jêgirtinek ji çîrokeke te. Bo kêliyekê ez bûme lehengekî romanekê, min sermaya berfê di destê xwe de hîs kir, min di kevirên arnavûtî der anî û anîşkên kolanên bajêr hatin ber çavên min. Bi rastî jî leheng qet namirin... Ew her jîn dibin.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Bir Kadını Tokatlamak

Mestûre Erdelanî -ya ku serê wê hejayî tacê ye-

Mirineke Kevin: Helebce