Kayıtlar

Taca Serê Selîfê Malbata Keîta - Folon

Resim
  Kengî bû yekem cara min lê guhdarî kir, naye bîra min lê berî bi du sê rojan, me ji ber baranê xwe spartibû binê banekî li Mêrdîna kevin, jê re dibêjin izlaArt. Ji ber baranê cêran jî qut bûbû, li ber roniya çirayeke extiyar, pişta wê qof bûbû, em rûniştin, ez û hevaleke xwe.    Îja straneke dengê wê kêm ji anîşkekê dihat. Di nav sihbet û axaftin û kenê me de çend gotinên stranê jî dikete nav qerebalixa me de, em du kes bûn lê bi qasî komek kuflet me deng derdixist. Wê kêliyê min jî henekê xwe bi stranê dikir, gelek caran digot " folon " û min jî pê re digot, wek " foyooo " û em ji xwe re hê bêhtir dikenîn. Hema piştî çend kêliye dî min tê der anî ku deng yê Salif e, min jî dengê xwe kêm kir û min lê guhdarî kir.    Paşê me bi telefonên xwe yên berîkê li gotinên stranê meyzand, û li wateya gotinan, bi zimanê inglîzî hebû ─li jêr min j'bo we wergerand bo kurdî─ êdî nû nû di hişê min de cîh girt, nû nû gotin zelal bûn û ketine hişê min.   Stranê behs...

Kurte-Jiyana Albus Percival Wulfric Brian Dumbledore

Resim
    B i navê xwe yê rastî, Albus Percival Wulfric Brian Dumbledore , sêrbazekî jîr, jêhatî û gelekî bêhnfireh bû. Albus, bi zimanê latînî ‘spî’ ye, di wateya zanîn û roniyê de ye. Peyva Dumbledore jî di wateya  ‘mêşa hingiv’  de  ye, ji  ber  ku Dumbledore her tim di jûra xwe de diçû û dihat, dimeşiya, digeriya.     D i sala 1881ê de hatiye dinê û di 1997an de, di 116 saliya xwe de, bi destê Severus Snape, bi naleta Avada Kedavra hatiye kuştin. 53 salan bûye gerînendeyê Dibistana Hogwartsê ya Sêrbazî û Cazûtiyê. Patronusa wî Teyrê Sîmerx e û herwiha serok û birêvebirê Rêhevaltiya Sîmerxê ye. Di ciwaniya xwe de ew jî, mîna her sêrbazî, di dûv Pîroziyên Mirinê de çûye; asaya dartureşkê, kevirê vejînê û sermilê nediyariyê. Ev her sê pîrozî, di yek nîşanî de digihine hev. Sêgoşeyek ji bo sermil, xîstek ji bo asayê û giloverek ji bo kêvir.                           ...

Evdila Keskîn, Ciwanmerd Kulek û Tofan Simbilfiroş

Resim
Ji bo hûn û em meseleyê hemûyê fêhm bikin, divê ez ji pêşî çend gotinan li ser vî wêneyî bibêjim da em mijarê fêhm bikin, te dî bê çi bûye û çi qewimiye. Ko mirov ji orta meselê dikeviyê, ti kes ti gûyî fêhm nake, an ku “belav nake”. Ya rastî min jî hê safî nekiriye. Wê demê li Konsolxaneya Swêdê ji bo Mihemedê Dirêj me bibîranînek li dar xist. Îja me bangî der û dorê xwe jî kir, roşenbîr û zanayên di piyasê de, rojnamevan û nûçegîhanên hefnameyan, xebatkar û tolazên mehnameyan; û nivîskar û edîtorên sêmehkovarnameyan… Me bangî xwe nekiribû lê em jî li wir bûn, ecêbek e ev jî ha. Her kesî li ser piyan bi hev re xeber didan, ew sûhbetên li ser lingan, xwedêyo, hinekî ji wir û hinekî ji vir, du hevokên edebiyatê – bawerke helbestên wî ji ferhengê pekîne lo - û sê hevokên siyasî – ka ev pêşeroja Qedumîstanê çilo bibe­­ - û çar hevokên di derbarê hevalên civakê de – li Artukluyê lîsansa xwe bilind dike ha - û filan. Silho di filan rojnameyê de dest bi kar kiriye û Xerbî j...

Wêne; mîna şûrê cengawerekî

Resim
Sal '89, li Stockholm'ê, bi Mehmed Uzun û Firad Cewerî re. Piştî kêlîkeke suhbeta wêje û çandê, me berê xwe dabû kêfê. Ha ew jî kêlîkeke wilo bû û çû. Em hemû rola xwe lîstin û li hespên xwe siwar bûn û çûn. F. Cewerî:   " Te wê êvarê hinekî zêde vexwar. Em jî hinekî serxweş bûbûn. Gava em derketin derve bajarê Stockholmê di bin berfê de mabû. Berfa ku ji êvar de dest pê kiribû hê jî dibariya. Kuliyên berfê girtin bûbûn. Me bi zorê çavên xwe ji ber vedikirin. Tu bi çend gavan ji me bi dûr ketî, tu daqûl bûyî, te girikek berfê di nav destên xwe girover kirî û te avêtî me. Girika te li me herduyan jî ket. Em keniyan, me got, hêviya me di ên wek Daskan de ye, em ji ber berfa wî şil bibin jî ew kare me ziwa bike; ew ê qet kevir, gule û gotinan neavêje me." Mîna jêgirtinekê ye, ji pirtûkeke we her du cenabên nivîskaran, jêgirtinek ji çîrokeke te. Bo kêliyekê ez bûme lehengekî romanekê, min sermaya berfê di destê xwe de hîs kir, min di kevirên arnavûtî der anî û anî...

Teyrê Tawis

Resim
Ajalekî jîr û şanaz lê hinekî fêlbaz; Teyrê Tawis .  Fitfitukî û fîtoz e, nêriyê teyrê rengîn e, mê belek e. Teyrê nêr ji bo ku cilwe bike direqise, da mê wî biecibîne.  Em yên benîadem, teyrê tawisan bi her awayî diecibînin, bi teybetî em kurd, heta ku di zimanê me de û di wêjeya me de jî cî girtiye; fenanî “Hûriya baxê bihûştê, tûtiya tawisxeram” nivîsandiye Hisênê Bateyî , di dîwana xwe de, di wateya xweşmeşê de.  Hin kes jî difikirin ko li gor baweriya Ying Yang ê, qedrê teyrê tawisê bilind e; sedema ko bask û tirriya wê xweşik û efsûnî ye lê dengê wê, mirovî aciz dike ko dibihîse.  Her çiqas di hewş û serayan de têne bi xwedî kirin jî, heya ji xwediyê malê tê, cihekî dûrî devê derî amade dike ji bo wan, bo ku dengê wan neke.

Ji Kûregiraniyê II - Memik

Resim
- Ka lo, tu îşev nayî cem me, em hinekî behsa memikan bikin? + Bawer ke me dûh li çayxanê behs kir, ez westiyame. - Yaw de were lo, em ê çayekê li êgir bikin û bikevin suhbeta memikan. + Kuro ez dibêjim ha dûh bû me bi hevalan re behsa memikan kir ha, çima tu bawer nakî? - Ne ko ez bawer nakim, lê tu xweş behsa wan dikî, bi te re xweştir e ko em meseleya memikan vedikin. + De vê carê hûn bi tenê behsa memikan bikin, heya careke dî ez ê jî bi we re bim, em ê bi hev re behs bikin, bila îşev bimîne. - Kuro em ê çawa beyî te behsa memikan bikin lo, de ka here loo. + Ka haya we ji Ûsivê Osmên nîn e? Wê rojê behsa memikên kasiyeran dikir. - Ûsivo ji bêmemikî aqilê xwe xwariye, êdî bi wî re nakevime suhbeta memikan, tu were. + Daskên jî memik dişibandine çiyayên kurmênc, ji te re negotiye? - Bela xwe ji wî veke, serê wî ji bersinga jinan dernakeve heta ko ji me re behs bike. + De ka, ez bigihime malê, avekê li serê xwe bikim. Paşê ez ê telefonî te bikim, belkî ez werim,...

Ji Kûregiraniyê I - Di Tramwayê de

Resim
Wê rojê ez di tramwayê de bûm, erê di tramwayê de, ma qey ez nikarim lê siwar bibim, weyla law, werhasil, ber-êvarkî, di tramwayê de bûm û min ji berguhkê xwe ji xwe re li stranan guhdarî dikir. Du jinik li kêleka min rawestiyayî bûn û ji xwe re diaxivîn, wilo bi kelecanî, wilo bi îşteh, didane ber hev. Her du wilo por-xelek û bejn-dirêj bûn, yekê kirasekî dirêj û keskê tarî li xwe kiribû, ya dî jî kirasekî di nexşê kulîlkan de li xwe kiribû. Min got bi wî xwedayî û bi vî yê dî jî, ev her du jin ne ji Entabê û bi vir de ne. Di kêliyeke jibîrbûyî de min destê xwe avête destikê kursî û ez nêzî wan bûm, min bala xwe daye ko -wîîî- bi kurdî diaxivin. Min bi destekî, xwe çend kire berguhkê xwe yê rastê û dengê muzîka xwe kêm kir, da ez bikarim li wan guhdarî bikim, bê ma ev çi mesele ye, ez jî alîkariya wan bikim û em bi hev re meselê safî bikin, berî ko em peya bibin û ji hev dûr bikevin. Ez dinerim ko yek ji ya dî re dibêje: Tu pêgirtî yî, an, te pê girtiye? Kuro ev çawa pirs bû, k...