Kayıtlar

2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Evdila Keskîn, Ciwanmerd Kulek û Tofan Simbilfiroş

Resim
Ji bo hûn û em meseleyê hemûyê fêhm bikin, divê ez ji pêşî çend gotinan li ser vî wêneyî bibêjim da em mijarê fêhm bikin, te dî bê çi bûye û çi qewimiye. Ko mirov ji orta meselê dikeviyê, ti kes ti gûyî fêhm nake, an ku “belav nake”. Ya rastî min jî hê safî nekiriye. Wê demê li Konsolxaneya Swêdê ji bo Mihemedê Dirêj me bibîranînek li dar xist. Îja me bangî der û dorê xwe jî kir, roşenbîr û zanayên di piyasê de, rojnamevan û nûçegîhanên hefnameyan, xebatkar û tolazên mehnameyan; û nivîskar û edîtorên sêmehkovarnameyan… Me bangî xwe nekiribû lê em jî li wir bûn, ecêbek e ev jî ha. Her kesî li ser piyan bi hev re xeber didan, ew sûhbetên li ser lingan, xwedêyo, hinekî ji wir û hinekî ji vir, du hevokên edebiyatê – bawerke helbestên wî ji ferhengê pekîne lo - û sê hevokên siyasî – ka ev pêşeroja Qedumîstanê çilo bibe­­ - û çar hevokên di derbarê hevalên civakê de – li Artukluyê lîsansa xwe bilind dike ha - û filan. Silho di filan rojnameyê de dest bi kar kiriye û Xerbî j...

Wêne; mîna şûrê cengawerekî

Resim
Sal '89, li Stockholm'ê, bi Mehmed Uzun û Firad Cewerî re. Piştî kêlîkeke suhbeta wêje û çandê, me berê xwe dabû kêfê. Ha ew jî kêlîkeke wilo bû û çû. Em hemû rola xwe lîstin û li hespên xwe siwar bûn û çûn. F. Cewerî:   " Te wê êvarê hinekî zêde vexwar. Em jî hinekî serxweş bûbûn. Gava em derketin derve bajarê Stockholmê di bin berfê de mabû. Berfa ku ji êvar de dest pê kiribû hê jî dibariya. Kuliyên berfê girtin bûbûn. Me bi zorê çavên xwe ji ber vedikirin. Tu bi çend gavan ji me bi dûr ketî, tu daqûl bûyî, te girikek berfê di nav destên xwe girover kirî û te avêtî me. Girika te li me herduyan jî ket. Em keniyan, me got, hêviya me di ên wek Daskan de ye, em ji ber berfa wî şil bibin jî ew kare me ziwa bike; ew ê qet kevir, gule û gotinan neavêje me." Mîna jêgirtinekê ye, ji pirtûkeke we her du cenabên nivîskaran, jêgirtinek ji çîrokeke te. Bo kêliyekê ez bûme lehengekî romanekê, min sermaya berfê di destê xwe de hîs kir, min di kevirên arnavûtî der anî û anî...

Teyrê Tawis

Resim
Ajalekî jîr û şanaz lê hinekî fêlbaz; Teyrê Tawis .  Fitfitukî û fîtoz e, nêriyê teyrê rengîn e, mê belek e. Teyrê nêr ji bo ku cilwe bike direqise, da mê wî biecibîne.  Em yên benîadem, teyrê tawisan bi her awayî diecibînin, bi teybetî em kurd, heta ku di zimanê me de û di wêjeya me de jî cî girtiye; fenanî “Hûriya baxê bihûştê, tûtiya tawisxeram” nivîsandiye Hisênê Bateyî , di dîwana xwe de, di wateya xweşmeşê de.  Hin kes jî difikirin ko li gor baweriya Ying Yang ê, qedrê teyrê tawisê bilind e; sedema ko bask û tirriya wê xweşik û efsûnî ye lê dengê wê, mirovî aciz dike ko dibihîse.  Her çiqas di hewş û serayan de têne bi xwedî kirin jî, heya ji xwediyê malê tê, cihekî dûrî devê derî amade dike ji bo wan, bo ku dengê wan neke.

Ji Kûregiraniyê II - Memik

Resim
- Ka lo, tu îşev nayî cem me, em hinekî behsa memikan bikin? + Bawer ke me dûh li çayxanê behs kir, ez westiyame. - Yaw de were lo, em ê çayekê li êgir bikin û bikevin suhbeta memikan. + Kuro ez dibêjim ha dûh bû me bi hevalan re behsa memikan kir ha, çima tu bawer nakî? - Ne ko ez bawer nakim, lê tu xweş behsa wan dikî, bi te re xweştir e ko em meseleya memikan vedikin. + De vê carê hûn bi tenê behsa memikan bikin, heya careke dî ez ê jî bi we re bim, em ê bi hev re behs bikin, bila îşev bimîne. - Kuro em ê çawa beyî te behsa memikan bikin lo, de ka here loo. + Ka haya we ji Ûsivê Osmên nîn e? Wê rojê behsa memikên kasiyeran dikir. - Ûsivo ji bêmemikî aqilê xwe xwariye, êdî bi wî re nakevime suhbeta memikan, tu were. + Daskên jî memik dişibandine çiyayên kurmênc, ji te re negotiye? - Bela xwe ji wî veke, serê wî ji bersinga jinan dernakeve heta ko ji me re behs bike. + De ka, ez bigihime malê, avekê li serê xwe bikim. Paşê ez ê telefonî te bikim, belkî ez werim,...

Ji Kûregiraniyê I - Di Tramwayê de

Resim
Wê rojê ez di tramwayê de bûm, erê di tramwayê de, ma qey ez nikarim lê siwar bibim, weyla law, werhasil, ber-êvarkî, di tramwayê de bûm û min ji berguhkê xwe ji xwe re li stranan guhdarî dikir. Du jinik li kêleka min rawestiyayî bûn û ji xwe re diaxivîn, wilo bi kelecanî, wilo bi îşteh, didane ber hev. Her du wilo por-xelek û bejn-dirêj bûn, yekê kirasekî dirêj û keskê tarî li xwe kiribû, ya dî jî kirasekî di nexşê kulîlkan de li xwe kiribû. Min got bi wî xwedayî û bi vî yê dî jî, ev her du jin ne ji Entabê û bi vir de ne. Di kêliyeke jibîrbûyî de min destê xwe avête destikê kursî û ez nêzî wan bûm, min bala xwe daye ko -wîîî- bi kurdî diaxivin. Min bi destekî, xwe çend kire berguhkê xwe yê rastê û dengê muzîka xwe kêm kir, da ez bikarim li wan guhdarî bikim, bê ma ev çi mesele ye, ez jî alîkariya wan bikim û em bi hev re meselê safî bikin, berî ko em peya bibin û ji hev dûr bikevin. Ez dinerim ko yek ji ya dî re dibêje: Tu pêgirtî yî, an, te pê girtiye? Kuro ev çawa pirs bû, k...

Nameyeke Aşkere bo Nivîsvaniya Pirzimanî û Terkî-Rojev

Resim
Ji ber ku nîqaşên vê rojê yên li ser medyaya civakî de, yên di derbarê Firat Ceweriyî de dest pê kirin, devê tûrik vebû û nêt û nesîb çêbû ku ez jî di derbarê nivîsvaniya bi kurmancî, rexneyên kurdiyê, wergêrî û sosyalîzasyona kurmanciyê ya li dervî welêt de çend fikr û ramanên xwe bi dilfirehî û bêhnfirehî rave bikim. EDEBÎ Beriya her tiştî, divê xwendevan û nivîsvan di dilê xwe de û di fikrê xwe de qanî bibe bê ma edebiyat ji bo çi ye? Gelo wê edebiyatê dike ku pereyekî wergire, an ji bo navê xwe bide pêş an ji bo ku gelê wî -û gelên hemû cîhanê- bixwînin û bibin xwedî ramanekî cihê? An; gelo edebiyat tenê ji bo edebiyatê ye? (Xwendekarên li Tirkiyeyê vêga vê pirsê carekê jî bêdeng bi tirkî dixwînin, dizanim.) Ger ji bo edebiyatê be, tu ê bixwînî û tu ê an biecibînî an jî neecibînî. Ha, te ne eciband? Çawa tu biryarê didî ko sedema wê ew e ku nivîskar li kolanên Stockholmê bi Volvoyê digere? Ji ber ku nivîskar bi iMacê dinivîse, mentiqa te qebûl dike ku ev sedemeke bê-kalîtetiyê...

Ne-Xweşî

Resim
"Serê çendekkê dilopek av ji firnika min ya rastê diniqute, haya min jê namîne, dibe "niç" û ser kompîtera min şil dike. Bi ziwakirinê mirim!"   (li vir e) Heyla; erê lo, heyla min di wê firnikê de ceyê zuwwwwa kutayî! Heyla min di wê dilopê kutayî, dilop dilop weşandî, yek tehl û yek şîrîn î, min di her duyan kutayî! Min ceyê zuwa di firnikê de kutayî heta ko şil bibe. Û ez dîsa bikutim bikutim bikutim, heta ko dîsa zuwa bibe! Ez li ser wê firnikê deydîkê daleqînim û kesî lê siwar nekim! Heyla mûyê firnikê te bibe weke daristana Amazonan, û kes nikaribe wan bibire, bibirrrrre, serê te weke anîşka tabûrê!  

Birazîkê Min

Resim
Birazîkê min bi destê min girtibû û digot " pa " û dixwest ku min bibe park ê bi xwe re, da hinekî bilîze. Hê neketiye 2 salên timam, dimeşe û dibeze lê hê nikare biaxive. Me bi destê hev girt û wî rêberiya me kir û em birine parkê. Hê ji dûr ve, min jineke por-zer didît, ku wê jî bi destê keçikekê girtibû û berê wê dabû ber bi parkê ve, qey nêta wan jî heman park bû. Deydîk û zîqûzelaq û hespê-textik û çend tiştên dî hebûn li parkê. Ê min, ez di dûv biraziyê xwe de bûm, haya min ji der û dorê tune bû, telefon a min di destê min de û ez di dûv lêwik de bûm, diçû kû, ez jî diçûme wir. Werhasil, lawik jî keç dîtibû û dixwest ku nêzî wê bibe, bi wê rêyê ez jî nêzî jinê dibûm. Me her du zarok li deydîkan siwar dikir û ew dihejandin, yê min hê jî serê min di telefonê de bû. Emrê jinikê mezin bû, qey ji 50î jî bêhtir bû; lê pora xwe boyax kiribû, kiribû zerê zêrê û jeanekî teng kişandibû quna xwe û di wê sermayê de sînga xwe vekiribû û nizanim çi yê dî... Te digot qey 18 salî ...

Min Behsa Tiştekî Nekir

Tu ê niha bibêjî bê ma ez ê behsa çi bikim. Lê ma tu ji kû dizanî bê ez ê behsa ti tiştî nekim. Te bizaniya, belkî te nedixwend, û ko te qedand, belkî tu bibêjî bê ma min çima di sêrî de diyar nekiriye ku ev nivîs ne hêjayî xwendinê ye, lê bila li bîra te be ku ha va ye min di sêrî de diyar kiriye. Nebêje negotiye. Min gotibû min behsa tiştekî nekir, û îja jî ji ber vê kulê, tu ê niha bibêjî bê ma ez ê çawa binivîsim û behsa tiştekî nekim. Yanî ez ê çawa behsa behsnekirinê bikim? Te paradoksek dît newlo? Ha te serê vî dît! Ti paradoksî di vir de nîye, tune ye, mafîş, nîn e keko, bi serê zarokên min, nîn e. Hebûya, li ser çavên min, lê, nîn e.  Min çend tiştên blogê ceribanin, sepan û filan, min çend tişt guhertin, û tiştin sererast kirin, loma çend pêwîst bû ko ez tiştikkî binivîsim. Ev jî ew e, tiştekî ji bo ceribandina tiştekî dî ye. Wilo ye jî, vilo ye jî. Û tiliha- lingê min jî li ser devê kîs bû.

Mirineke Kevin: Helebce

Resim
Mirineke Kevin, mirineke li dûr mayî, mirineke ji bîr bûyî, mirina xalan, mirina bav û kalan, mirina gundî û zaroyan, mirina ku kes naxwaze were serê wî lê ko ji  dest kê were ê bike, mirineke ne xweş û mirina ku dawiyê tîne, mirina ku diqedîne, mirina qedîm, mirina pîroz, mirina xweş... Ko newe serê yekî, mirov nikare jê baş fêhm bike bê hesteke çawa ye, ko komkujî ne ya kurdan bûya, dibû ku ez jî bêjim "Ê bi xwedê nizanim bê ev êşeke çawa ye." ji bo kesekî gelê wê komkujiyê, bê hatiye serê kê. Vêga ez nizanim bê gelê Hîroşîmayê çi difikirin di derbarê xwe de, yan jî yê Çernobîlê. Te dî, me bi vê rêyê gotina peyva komkuji yê jî êxiste zimanê xwe de, êdî bi rehetî dibêjin, ne xema me ye êş û keser, dema em wê peyvê bi kar tînin, balê jî dikişîne ser xwe ha, ne peyveke resen e, ne ji rêzê ye, wilo her roj tu nikarî li gorî kêfa xwe bi kar bînî! Bo mînak, salvegera Helebceyê duho bû, na wele pêr bû, lê ez îro bikar tînim, yanî ne hedê min e aniha wilo ez li gor kêf...

Mestûre Erdelanî -ya ku serê wê hejayî tacê ye-

Resim
Mestûre Erdelanî   -ya ku serê wê hêjayî tacê ye- Di jiyana wê de gelek tişt bêyî xwestina wê bûn lê îro em wê weke Jina Kurd ku serê wê Hêjayî Tacê ye dibînin, di her xebata lêkolîna helbestvan an jî navdarên kurd de em navê wê jî dinivîsin, em wê ji bîr nakin.  Tenê li rastî navê wê û  “(z. 1805 Sine - m. 1848 Silêmanî)”  vê agahiyê têm ku ev xemgîniyekê dide min. Ji ber ku em tenê giringiyê didine dîrokan, diroka bûnê û mirinê lê em di derbarên kesan de xwedî kêm agahî ne. Di lêkolînan de em beriya her tiştî li navê kesî digerin ku em bêjin  “navê wî yê rastîn filan tişt e ha, paşê guhertiye” an jî em bêjin  “bi eslê xwe ji filan deverê ye, filan gundî ye” lê kes ji me du ristikan ji helbesteke wan nizane, bawer dikim.  Gotina min li ser Mah Şeref Xanima Mestûre Erdelanî* bû ku qet ne hewce bû ez navê wê yê dirêj fêr bibim. Mestûre Erdelanî jî têrî min dikir. Gotina min li ser wê ye ku, ez di derbarê wê de xwedî kêm agahî me, tenê ristikeke...

Bir Kadını Tokatlamak

Resim
D ün akşam yaşandı hepsi, bir kadını tokatladım, yanaklarından. Yapıştırdım tokadı iyice, itme gücünü kesmedim, tokat sonuna kadar gitti, yanağı temelinden sarsıncaya kadar. Öyle bi yanak dalgası oldu ki, iki üç salınımdan sonrasında her iki yanak titreşimleri eşitlendi ve ortaya büyük bir dalga oluştu, yanak dalgası; kadının her iki yanağı birbirine çarpıyordu, şakladıktan sonra ayrılıyordu ve tekrar en uzak noktalara gidiyordu, tekrar şaklıyordu ve tekrar ayrılıyordu, şaklıyordu, şaklıyordu, şaklıyordu. Daha önce hep üzerine otururlarken görmüştüm kadınları, sadece üzerine oturuyorlardı yanaklarının ve dengelerini sağlıyorlardı yanakları ile. Bi de tam arkalarında yürürken görüyordum yanaklarını ve inceleyebiliyordum. Meslek gereği, detayları da bilebiliyorudum, ne kusurları vardı diye bilebiliyordum, hangisinin yanağının ideal olduğunu seçebiliyor ve bazen arkalarında öylece yürürken tahmini Q açılarını hesaplayabiliyordum ve değerlendirebiliyordum o yanakların o kalçayı hak edi...